Şanda hikûmeta Kurdistanê gihîşt Bexdayê

Şanda hikûmeta Kurdistanê, bo mijarên neft û bûdceya Kurdistanê çû Bexdayê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahîyên BasNewsê, qasekî berîya niha şanda hikûmeta Kurdistanê gihîşt Bexdayê.

Ew şanda han, ku ji wezîrê darayî û aborî, wezîrê pilandanînê, wezîrekî din yê hikûmetê û sekreterê encumena wezîran pêk hatîye, dê bi berpirsên Iraqî re li ser mijarên neft û bûdceya Kurdistanê gotûbêj bike.

Li gorî agahîyên K24, hikûmeta Kurdistanê rizamendî nîşan daye ku sala 2020 rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa jî ji BasNewsê re gotibû, şanda Kurdistanê dê bi berpirsên Bexdayê re bigihên rêkeftinê.

Şandeka hikûmeta Kurdistanê jî pêr bo heman mijaran çûbû Bexdayê.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist