Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya

.

Hate ragihandin ku şandeke Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li paytexta Sûriye Şamê hejmarek hevdîtin li gel aliyên fermî yên Hikûmeta Sûriyê pêkanîn.

Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand ku şande li gel dezgeh û desteyên yasayî yên taybet civiya û hate gotin, "Wan civînan her yek ji Sendîkeya Parêzeran, Wezareta Dadê, Komîta Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz û Komîta Wendabûyan li xwe girtin".

Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê diyar kir, ev seredan di çarçoveya erkên wê yên yasayî de bi armanca kar ji bo rakirina neheqiyên ji encamên biryar û yasayên awarte ku li dijî miletê Kurd bi taybet hatine encamdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di hevdîtinan de şopandina doseya windabûyan û mekanîzmayên bicîkirina Dadweriya Veguhêz hatine gotûbêjkirin û hate gotin ku hemû name ji bo aliyên pêwendîdar bi serkeftî hatin gihandin.

Herwiha hate tekezkirin ku ew ê di xebat û karê xwe de ji bo doza Kurdî ya dadmend û li gorî xwestek û mafên miletê Kurd ên rewa, berdewam bikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist