Şanda danûstankar ya Kurdistanê bo serdanekê dîsa diçe Bexdayê

.

Şanda danûstankar ya Hikûmeta Kurdistanê, îro bo serdanekê diçe Bexdayê.

Li gorî zanyariyan, şanda danûstankar ya Hikûmeta Kurdistanê, bi serokatiya Qubad Talebanî îro diçe Bexdayê.

Herwiha agahî didin zanîn, şanda Hikûmetê bi berpirsên Bexdayê re li ser pişka Kurdistanê di budçeya sala 2021 ya Iraqê de gotûbêj dike.

Heta niha şanda Hikûmetê gelek caran çûye Bexdayê û bi gelek aliyên Iraqî re hevdîtin kiriye, da ku wan razî bike di dema dengdanê de li Parlementoya Iraqê, pişka Kurdistanê mîna xwe bimîne û neyê destkarîkirin.

Armanca şanda Hikûmeta Kurdistanê ew e, berevaniyê li pişka Kurdistanê bike ku di pirojeqanûna budçeya Iraqê de hatiye destnîşankirin.

Pişka Kurdistanê di pirojeqanûnê de %12.67 hatiye hesibandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin