SANA: Çekdarên DAIŞê ji zîndanê revîyan

Medya dewleta Sûrîyê û berpirsên Rojavayê Kurdistanê aşkere dikin 7 çekdarên rêxistina terrorîstên DAIŞê ji zîndaneka biçûk a Rojavayê Kurdistanê firar kirine.

Navenda Nûçeyan - Roja 17.05.2020an Ajansa Sûrîyê ya Nûçeyan SANAyê got çekdar ji zîndaneka nêzîkî kampa Holê revîyan, cihê ku bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê û herwiha bêşûnûwarbûyên Sûrîyê û penaberên Iraqî lê dimînin.

Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokrat(HSD) Mervan Qamîşlo jî heman nûçe ragihand.

Li Rojavayê Kurdistanê niha bêhtirî 24 girtîgehan bi rê ve dibin, ku dora 10,000 çekdarên DAIŞê lê dimînin.

Di nav wan de 2,000 çekdarên bîyanî hene, ku welatên wan wergirtina wan red dikin. Ji wî du hezarî jî 800 çekdar Ewrupî ne.

Qamîşlo got Hêzên HSDê 4 ji wan çekdarên revîyayî girtin û hîn li yên mayî jî digerine. Wî nasnameya çekdarên revîyayî dîyar nekir.

Demekê berê vê mehê hin girtîyên DAIŞê di zîndaneke bajarê Hesekê de serî hildan û zîndan bo çend demjimêran kontrol kir, Hêzên kurdî dawî li serhildana çekdarên DAIŞê anîbûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist