Şam rê nade mazot derbasî taxên Kurdan ên Helebê bibe

.

Hate ragihandin ku hikûmeta Şamê ya Sûriyê tevî lihevkirina bi aliyê Kurd re jî jî rê nadeke ku mazot derbasê taxê Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Kurdan bibe.

Li gorî medayaya Rojavayê Kurdistanê, Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên bajarê Helebê Elîf Eslan ragihandiye, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji hefteyekê ve rê nade ku mazot derbasî her du taxan bibe ev jî bûye sedema astangbûna tevgera çûnûhatinê.

Hate diyarkirin ku ambargoya li ser her du taxan dişibe rêbazên rejîma Baas a hatiye ruxandin.

Tê gotin, tevî ku kesayet hatine guhertin jî zîhniyeta serdema Baasê li hember Kurdan berdewam dike  û hikumeta veguhêz peymana piştî ketina rejîma Esed bi aliyê Kurd re hatiye kirin binpê dike.

Xelkê herdu taxên Kurdî dixwaze beriya zivistanê ev astengî bêne rakirin û mazot bo wan bê gihandin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist