Sadî Ahmed Pîre: Xebat heye ku berya hilbijartina Iraqê, hukumeta Kurdistanê ava bikin

.

 Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Sadî Ahmed Pîre li ser avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê axifî û got ku dibe hukumeta Kurdistanê berya hilbijartina parlementoya Iraqê ya di meha 11an de ava bibe.

Pîre, tevlî bernama Rûdawê bû û di bernamê de li ser têkiliyên navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, li ser avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê û di rojên dawiyê de êrîşên İHAyan yên ser sehayên petrola Herêma Kurdistanê axifî. Pîre got ku li herêmê rewş diguhire û dewam kir:

“Herêma Kurdistanê dikare di çareserkirina pirsgirêkên perçên din yên Kurdistanê de rol bileyîze. Lê eger em nikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, wê Kurdên perçên din çawa bi me bawer bibin?”

Encumena wezîran ya Iraqê îro civînekî awarte kir û peymana di derbarê mehaneyên karmendên Kurdistanê û petrolê de îmza kir. Pîre got ku civîn tenê ji bo vê pirsgirêkê hat kirin û di mijara çareseriyê de nîşana ciddiyete ye.

Pîre ragihand ku firotina petrolê ya di rêya SOMO de û li hev kirina bi Bexdayê re statuya Kurdistanê ya destûrî qels nekiriye û dewam kir:

“Pêwendiyên me bi Iraqê re çiqas xwurt bin, di asta navdewletî de rewşa me ewqas xwurtir dibe.”

Hukumeta Herêma Kurdistanê tevî hilbijartina di 20ê Cotmeha 2024an de ya parlementoya Kurdistanê heya niha hukumeta nehat avakirin. Pîre ragihand ku civîna di 14e Tîrmeha 2025an de ya li Pîrmamê hat kirin ku serok Mesûd Barzanî û serokê YNKê Bafil Talabanî tevlî bûn, baş derbas bûye. Di civînê de tevgera bi Iraqê re û xebata bi hevre hat axaftin. Pîre got:

“Ev pêngav erêniye. Dikare nêzîkatiyê bike û ji bo avakirina hukumeta nû dikare bibe zemîn. Em dixwazin di temamê sehayan de YNK bê temsîlkirin. Bila birayên me yên PDKê jibîr nekin ku divê desthilat ji bo berjewendiyên xelkê, divê hevpar be. Welew temsîl %50 50 nebe jî divê giraniya YNKê di temamê mekanîzmayan de hebûna wê bê hîskirin.”

Pîre ragihand ku xwestine di kabîna nû de konseya ewlehiya Kurdistanê û wezareta karên navxwe bidin YNKê û eger PDK ji bo xebata hevpar pêşniyarên wê hebin, ew amade ne li wan pêşniyaran guhdarî bikin.

Sadî Ahmed Pîre, li ser êrîşên ser seha petrola Kurdistanê got ku çavkaniya êrîşan diyar nîne û temamê agahiyan li ser gumanane. Êrîş ji derve an ji hundir ve hatin kirin, fikrên cuda hene û divê dezgeyên ewlehiyê yên Kurdistanê û Iraqê bi hevre bixebitin da kesên êrîşan kirine derxin ortê. Pîre, di dewama axaftina xwe de got:

“Van êrîşan bi armanca qelskirina aboriya Kurdistanê hatin kirin. Bê ku sedem kî hebe, êrîşê dezgeyên aboriyê dikin. Kurdistan niha û di dahatûyê de, naxwaze bibe terefê şer ê herifandinê.”

Siyaset Haberleri

Rêber Ehmed: Diyar e ku dron ji ku tên
Amerîka: Em ji welatiyên xwe dixwazin ku serdana Iraqê nekin
Îlham Ehmed: Bi Tirkiyeyê re pêwendiyên me yên rasterast hene
Ji Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê biryara asayîbûnê: Karmend vedigerin
Qubad Talebanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir: Bila qedexeya li ser geştên Silêmaniyê rabe