Rûsyayê li Til Temirê navendeke serbazî ava kir

Rûsyayê di navbera Til Temir û Serê Kanîyê de, li xala pişkinînê ya Miheta, navendeke xwe ya leşkerî ava kir.

Navenda Nûçeyan- Çavkanîyeke taybet ji Til Temirê ragihand, ku doh 10 zirxên Rûsya berê xwe dabûn wê navendê, û li wir hatine bicîkirin.

Li gorî çavkanîyan, Rûsya derîyê tevlîbûna xortan ji bo avakirina hêzeke nû vekirîye, û li gorî planê, dê ew hêza leşkerî li gel polîsê Rûsya li navçeyê tev bigere.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist