Rûsyayê bersiveke tund da Tirkiyê: Em ti carî paşguh nakin!

.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bersiv da daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç a derbarê hilbijartinên Dûmayê yên Kirimê de.

Mariya Zaxarova got ku Tirkiye baş dizane ku Kirim parçeyek serwer a Federasyona Rûsyayê ye û got, Tirkiye pir baş dizane ku em ti carî daxuyaniyên wiha paşguh nakin.

Zaxarovayê diyar kir, “Ger ew ji bihîstina bertek, dilgiranî û nerazîbûnên pêwendîdar ên Moskowê bêzar nebûne, ev tê vê wateyê ku ew mirovên bêhnfireh in, lê ev yek nagihîje tu encaman, ji xeynî wê ku em ji xwe re encamên guncaw jê derxînin û ew encam jî ti fêdeyê nade pêwendiyên dualî.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç 20 Îlonê di derbarê lidarxistina hilbijartinên Dûmaya Rûsyayê li Kirimê gotibû, li gor Enqerê ew pêngava Rûsyayê li Kirimê ne rewa ye.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku encamên hilbijartinên Dûmaya Dewletê yên li Kirimê, ku di navbera 17-19ê Îlonê birêve çûne, ji bo Tirkiyê ti hêza wan a yasayî nîne.

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin