Rûsya xaleke serbazî ya nû li Til Temirê ava dike

Hêzên Rûsî xaleke serbazî ji bo çavdêrîya agirbestê û belavbûna hêzên rêjîma Sûrîyê li Rojavayê Kurdistanê, li Til Temirê ava dike.

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Hêzên Asayişê yên Aşûrî yên ser bi Hêzên Ewlekarîya Hundirîn Robêr Eyo ji ajanseke opozîsyona Sûrîyê re ragihand, li gor rêkeftina bi HSDê re, hêzên Rûsî ji 20 rojan ve kar li ser danîna xaleke serbazî li derdora bajarê Til Temirê dikin.

Dîyar kir jî, 25 otombîlên serbazî û 80 serbaz û fermandarekî Rûsî gihîştine wê xala Rûsî ya nû li derdora Til Temirê.

Aşkere kir jî, erkê wê xala Rûsî ew e, çavdêrîya rêkeftina agirbestê, birêvebirina gerên hevbeş çi bi HSD re û çi bi hêzên Tirkîyê re be. Herwiha dê serperiştîya belavbûna hêzên rêjîma Sûrîyê jî bike.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê, hêzên Rûsî derbasî herêmê bûn. Herwiha li gor rêkeftina HSD û rêjîma Sûrîyê jî, hêzên artêşa Sûrîyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, ji bo parastina sînor.

 

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist