Rûsya û Tirkîye liser rêkeftinek nû ji bo S400an kar dikin

Rêvebirek bilind ji şirketa çekfirotinê ya dewleta Rûsya Rosoboronexport d daxûyanîyekê de bo Ajansa Interfax radighîne, ku Rûsya û Tirkîye liser rêkeftinek nû ji bo mûşek û bateryayên S400an kar dikin.

Navenda Nûçeyan- Ligor ajansê, ku liser zarê rêvebirê Rosoboronexport dayî, Rûsya bi hêvî ye rêkeftin di nîvsala destpêkî ya 2020an de pêk bê.

Rêkeftina kirîna S400an ji Rûsya, di navbeyna Tirkîye û Amerika, herweha Hevpeymanîya NATO de jî alozî durist kirin e. Amerika û endamên NATO li dijî vê rêkeftinê derdikevin. Herweha bi vê egerê Amerika, Tirkîye ji bernameya firokeyên F35an derxistibû.

Çavkanî: K24

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist