Rûsya razî nîne Tirkîye “herêma aram” firehtir bike

Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Tirkîye “herêma aram” ya ku li nav xaka Rojavayê Kurdistanê de hatîye çêkirin, firehtir bike.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê taybet yê serokê Rûsya di karûbarên Sûrîyê de, Aleksander Lavrentyev di civîneka rojnamevanîyê de ragihand, Rûsya erkên ku di çarçoveya rêkeftina Soçî de ketine ser milê wî welatî, bicîh tîne.

Lavrentyev her wiha da xuyakirin, divê “herêma aram” vi şeklê xwe yê niha were parastin û got, Rûsya razî nîne ew herêm ji alîyê Tirkîyê ve were firehkirin ji ber ku firehkirina wê herêmê ti sûca wê bo alîyan nîne.

Wî berpirsê hikûmeta Mosko behsa hebûna hinek şer û pevçûnan jî li deverê kir û ragihand, lê Rûsyayê karîye bi giştî rewşê kontrol bike ev jî tiştekî baş e.

Berpirsên Tirkîyê ev çend car in gefa wê yekê dixwin dê “herêma aram”, ku ji bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, firehtir bikin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir