Rusya: Lûtkeya çaralî ya bo Idlibê ne di rojeva me de ye

Rûsyayê derîyên xwe ji civîna çaralî ya derbarê Sûrîyê de ligel Tirkîye, Fransa û Almanyayê re girtin.

Navenda Nûçeyan - Rûsyayê ragihand ku lûtkeya çar alî ya derbarê Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê ne di ‎rojeva wan de ye. Kremlînê da zanîn ku li şûna wê kar li ser lûtkeya ligel Îran û Tirkîyê dikin.‎

Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov ragihand ku Rûsya niha kar li ser lûtkeya çaralî ya derbarê ‎Sûrîyê de ligel Fransa, Almanya û Tirkîyê nake.‎

Dmitri Peskov da zanîn ku hevdîtin bo tevlîkririna Fransa û Almanya  nehatine kirin, lê ‎Rûsya tenê li ser hevdîtina ligel Îran û Tirkîyê ya derbarê Idlibê de difikire.

Berdevkê Kremline ‎herwiha got, ti hevdîtin bo civîneke navbera Serokê Rûsyayê Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî nehatine kirin.‎

Serokomarê Tirkîyê Erdogan, îro berî serdana xwe y abo Azerbeycanê li ‎Frokexaneya Esenboga ya Enqerê gotibû: “Lihevkirina tam di navbera birêz Macron, Merkel û ‎Putin de nîne.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist