Rûsya li ser petrola Kurdistanê çi dibêje

.

Maria Zakharovayê got, “Em ji bo pirsgirêka şandina petrola Kurdistanê çareser bibe di pêwendiyê de ne.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Maria Zakharovayê derbarê helwesta Rûsyayê ya li ser hinartina petrola Kurdistanê got:

“Em bi hemû aliyên pêwendîdar re di pêwendiyê de ne, em hevkariya wan dikin da ku pirsgirêk were çareserkirin.”

Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Aloziyên Îran û Îsraîlê

Li hêla din, Maria Zakharovayê bi bîr anî ku aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de zêde dibin û got:

“Em helwesta xwe dubare dikin. Ew qeyranên ku hene ber bi zêdebûnê ve diçin.

Em ji hemû aliyan dixwazin ku bi berpisiyariyên xwe zanibin û xwe ji wan karan biparêzin ku dijminatiyê zêde bikin.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin