Rûsya hişyarî Amerîkayê: “Xetên sor derbas neke”

.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo rêvebirê ajansa nûçeyan ya navdewletî Rossiya Segodnya yê bi Dmitriy Kiselev re li ser dorpêçên dawiyê yê navbera Rûsya û Amerîkayê axifî û şiroveyan kir. Lavrov ragihand ku dê Rûsya bo hewlên Amerîkayê ku xetên sor derbas bike, bertekên tund nîşan bide.

Lavrov di axaftina xwe de bertekê nîşanî dorpêçên yekalî da û weha got:

“ Me li hemberê berlêgirtina dîplomatên Rûsyayê yên li Amerîkayê, xebatên dîplomatên Amerîkayê yên li Rûsyayê kêm kir. Muxatabên me yên Amerîkayê gotin ku wê têkiliyên xwe yên bi Rûsya re ji dil û can diber çavde derbas dikin û piştî hevdîtinan wê zelal bibe.

Lê piştî wan hevdîtinan dorpêçên nû hatin. Em mecbûr man me bersiva asimetrik da wan û me berê bo wan got ku dê di encamê de weha bibe û me hişyarî dabû wan.”


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist