Rûsya dixwaze HSDê tevlî artêşa Sûrîyê bibe

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixail Bogdanov ragihand ku bi bawerîya Moskowê çi qas zû Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) tevlî artêşa Sûrîyê bibe dê ji hemû alîyan re baştir be.

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixail Bogdanov tevlîbûn HSDê di nav artêşa Sûrîyê de nirxand û got divê HSD tevlî artêşa Sûrîyê bibe.

Li ser pirsa rojnamevanan a “HSD dê kengê tevlî artêşa Sûrîyê bibe” Mixail Bogdanov got: “Çi qas zû tevlîbûna HSDê di nav artêşê Sûrîyê de pêk were dê ji bo hemû alîyan, baştir be.”

Mixail Bogdanov dîyar kir ku Rûsya amadeye  di danûstandinên navbera hikûmeta Sûrîyê û alîyên Kurdî de bibe alîkar û ji bo tevlîbûna HSD nav artêşê de, hesankarîyan bikin.

Piştî êrîşa artêşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina leşkerî ya di navbera HSD û artêşa Sûrîyê de pirsa tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûrîyê de hat rojevê.

Fermandarîya HSDê tekezî li ser wê yekê dike ku ew amade ne tevlî artêşa Sûrîyê bibin lê bi mercê ku taybetmendîya HSDê di nava sîstema berevanîya Sûrîyê de bê parastin û heykela wan a leşkerî wek sazîyek serbixwe bimîne.

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye