Rûniştvanên Amedê Xwe ji Korona Çawa Diparêzin?

Li gor daxuyanîyên fermî li Tirkîyê hejmara kesên ku bi vîrusa korona ketine bûye 47.

Navenda Nûçeyan - Li ber e Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê daxuyanîyek bide bîragiştî tedbîrên girantir yên derheqa pêşîgirtina belavbûna korona ragihîne.

Tevî ku Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê hemwelatîyan hişyar dike ku ji malên xwe dernekevin, xuya dike ku hişyarîyên wezaretê li van civatan cîh jixwe re nedîtîye.

Li meydana Mizgefata Mezin me mîkrofon dirêjî civata kalan kir û ji wan pirs kir ka ew xwe ji korona çawa diparêzin.

Endamê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya ji Dengê Amerîka re rewşa amadekarîyên li nexweşxaneyên Amedê nirxand û got ku divê gel korona pir cidî wergire.

“Li gor agahîyên destê me, hejmara wezaretê û yên li ba me ji hev cuda ne. Divê ev peyvajo zelal be û her tiştî bi gel re were parve kirin. “

Yerlîkaya dide zanîn ku li Amedê heta niha bûyerên nexweşîya vîrusa korona nehatîye ragihandin. Ew hişyarî dide ku ger nexweşî li Amedê belav bibe, nexweşxane têrî pêdivîya hemwelatîyan nake jiber ku ku niha kêmahîya alavan heye.

Ji bo zêdetir nûçeyê bitikînin

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin