Rûniştinên Ser Darizandina Împîçkirina Trump Didomin

Dozgerên nûner yên Demokrat, di roja sisêyan de dijî Trump ser tawana "bi awayekî xirab karanîna desthilatê" sekinîn.

Navenda Nûçeyan-Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrold Nadler dîyar kir ku helwesta Trump ya bi Ukrayna re "şaş e" û "dijî qanûnê ye"

"Heta îro ti serokan, bo sextekarîya di hilbijartina li welatê me de ji welatekî din alîkarî nexwestîye" Nadler got.

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran Adam Schiff jî da zanîn ku Trump "berjwendîyên xwe di ser yên Amerîka re girtine."

Sylvia Garcia û Zoe Lofgren jî, ku her du jî dozgerên nûner in, dan zanîn ku Trump divê jiber lêpirsîna Ukrayna were tawanbarkirin

Li ber e ku îro Înê axaftina dozgerên nûner yên Demokrat biqede.

Dengê Amerîka

 

 

 

 

Amerîka Haberleri

Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin