Rûhanî daxwaza yekgirtina welatên Îslamî li dijî Amerîka dike

Serokomarê Îranê daxwaza yekgirtûbûnê li welatên Îslamî dike û dibêje, divê ew ji hejmûna Dolar xilas bibin.

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Kuala Lumpur di Lûtkeya Îsalmê ya Biçûk de gotarek pêşkêş kir û got, Amerîka dixwaze bi rîya sizayên aborîyê hejmûna xwe li ser cîhanê û bi taybet li ser welatên Îslamî bisepîne.

Rûhanî daxwaz ji welatên Îslamê dike, li şûna Dolar bedîlekî di bazaran de bibînin, ji bo Amerîka nikarebe hejmûna xwe bisepîne.

Herwiha Serokomarê Îranê ragihand, divê welatên Îslamî rênimayên rizgarbûna ji Dolara Amerîkî bigirin ber û sîstemeke nû ya hevkarîya bankî di navbera welatên Îsalmî de bibînin û bi diravên xwecihî bazirganîyê bikin.

Li Kuala Lumpur lûtkeyeke biçûk a welatên Îslamî birêve diçe, Serokwezîrê Malîzyayê Mehatîr Mihemed daxwaza wê kiribû, di lûtkeyê de dîtina stratejîyeke nû bo rûbirûbûna dosyên rastî cîhana Îslamî dibe, guftûgo tên kirin.

Di lûtkeyê de, Ligel Serokwezîrê Malîsya û Rûhanî, her yek ji Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan, Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed û hin berpirsên din welatên Îslamê beşdar in.

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin