Ruhanî, Amerîka jiber Toleyên Aborî bi Tundî Rexne Dike

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ji malpera xwe ya fermî Amerîka bi tundî rexne kir.

Navenda Nûçeyan - Ruhanî dîyar kir ku Amerîka di şewba vîrusa korona de jî zextên li ser Îranê didomîne û da zanîn ku ew helwest ‘’dijî mirovahîyê ye’’

Wî axaftina bi Serokwezîrê Îtalya Guiseppe Conte re jî bal kişand ser helwesta Amerîka da zanîn ku ‘’tawaneke hovane ye’’ û ‘’ne li gor qanûnên navneteweyî ye’’

Berpirsên Îranê dîyar dikin ku toleyên aborî yên Amerîka zararê didin têkoşîna dijî vîrusa korona.

Vîrusa korona li Îranê ketîye canê pirtir ji 83,000 kesan û 4636 kes kuştine.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist