Rubio bi Hişyarîya Dijî Tundîyê, Piştgirî Dide Peymana HSD û Şamê

.

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio şeva Sêşemê got ku Washington pêşwazîya lihevkirina navbera Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan û piştgirîya Amerîka û rêvebirîya demkî ya Sûrîyê dike.

"Amerîka pêşwazîyê li rêkeftina ku vê dawîyê hat ragihandin di navbera desthilata Sûrîyê ya demkî û Hêzên Sûrîya Demokratîk de jibo cîhgirtina bakurê rojhilat di nav Sûrîyeyeke yekbûyî de ye," Rubio bi daxuyanîyeke nivîskî got.

“Washington piştgirîya xwe ya jibo veguhestineke sîyasî dubare dike ku rêvebirîya pêbawer û nemezhebî wek rêya herî baş ya pêşîgirtina pevçûnên zêdetir dibîne. Emê bi domdarî biryarên ku ji hêla rêvebirên demkî ve têne dayîn dayîn bişopînin û fikara xwe ya ser tundîya kujer ya vê dawîyê ya dijî kêmanîyan jî bi bîr tînin,” Rubio bi berdewamî got.

SDF, ku piranîya bakurê rojhilatê Sûrîyê kontrol dike, rêketineke 8 xalî bi rêvebirîya veguhez ya Sûrîyê îmza kiribû ku beşdarîya sazîyên nû yên dewleta Sûrîyê bibe.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye