RTUKê, bo peyva 'Kurdistanê' ceza da TELE 1ê

Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyên Tirkiyê (RTUK) ji ber bêjeya 'Kurdistan'ê ceza da televizyona bi navê TELE 1ê.

Axaftina Hevserokê HDPyê Sezai Temelli ya ku li parlementoya Tirkiyê kiribû, li ser televizyonên TELE 1, ATV, A Haber, Ulke TV û Kanal 7ê hat weşandin. Temelli di axaftina xwe de peyva ‘Kurdistan’ê bikar anîbû. Temelli gotibû, “em dê li Kurdistanê qezenc bikin û li rojavayê Tikriyê jî bikin ku AKP û MHP têk biçin.”

Li gorî nûçeyên medya tirkî, piştî bikaranîna peyva Kurdistanê, RTUKê derbarê televizyona TELE 1ê de raportek amade kiriye û xwestiye televizyon bihê sizadan.

DEST DANÎN SER BEŞEKE DAHATÊN TELEVIZYONÊ

RTUKê, bi hinceta ku ‘çênabe ku weşan li dijî yekrêzî û serweriya dewletê û prensîbên Ataturkî be’ bernameya televizyonê du caran rawestandin.

Herweha dest danîn ser ji sedî 3yên dahatên reklamê yên wê kanalê.

NÛNERÊ CHPê LI RTUKê ÎTIRAZ KIR LÊ...

Ji hêla din ve nûnerên CHPyê li RTUKê li dijî biryarê derketin. Nûnerên CHPyî destnîşan kirin ku heman axaftina Temelli di kanalên nêzîkî hikûmetê de, di TELE 1, ATV, A Haber, Ulkte Tv û Kanal 7yê de jî hatiye weşandin û nabe TELE 1 were sizadan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist