RSF: Li Tirkiyeyê di 10 salan de 131 rojnameger hatine girtin

.

 Li gorî rapora Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava 10 salan de 131 rojnamevan hatine girtin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya binpêkirinên çapemeniyê yên 10 salên serdama Serokkomariya Recep Tayyîp Erdogan de eşkere kir.

Di raporê de behsa êriş û guvaşên di nava 10 salan de li ser rojnamegeran û medyayê çêbûne hatiye kirin.

Li gorî amarên RSFyê belav kirîne, di nava 10 salan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 131 rojnameger hatine girtin.

Ji wan 77 rojnameger bi hînceta “Heqaret li Serokkomar kirine” hatine cezakirin û 5 rojnameger jî hatine kuştin.

RSFyê bi bîr xist ku piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an rojnamegerên gelek rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Cumhurriyet, Sozcu û Zamanê hatine girtin.

RSFê di 2018an de Tirkiyeyê wekî “Girtîgeha herî mezin rojnamegeran a cîhanê” bi nav kir.

Her wiha di raporê de hat ragihandin ku di nava wê demê de rojnamegerên wekî Abdurrahman Gok, Tolga Şardan, Merdan Yanardag, Bariş Pehlivan û Furkan Karabay di nav de gelek rojnameger bûne armanc.

Her wiha di van 10 salên dawî de ji dema ku Recep Tayyîp Erdogan bûye serokkomarê Tirkiyeyê  platform û medyayên civakî yên wekî Twitter, Wikipedia û Instagram hatine qedexekirin û sînordarkirin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir