RSF: Li Tirkiye ragihandin ji sedî 90 di bin kontrola hikûmeta AKPê de ye

.

 Li gor raporta Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a sala 2021ê li Tirkiyê medya ji sedî 90 di bin kontrola hikûmeta AKPê de ye û di rêzbendiya azadiya ragihandinê ya 180 welatan de Tirkiye di rêza 153an de ye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) raporta xwe ya binpêkirinên azadiya ragihandinê li cîhanê ya sala 2021ê belav kir. Li gor raportê bi giştî li cîhanê 46 rojnamevan hatine kuştin, 488 rojnamevan jî ji ber karê xwe di girtîgehê de ne û nîvê rojnamevanên girtî li welatên Çîn, Myanmar û Belarusê ne û wek sedem jî rejîma dîktatoriyê tê destnîşan kirin. Li gor amarên raportê li Myanmarê 53, li Vîetnamê 43 , li Belarûsê 32 û li Erebistana Siûdiyê jî 31 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Li gor raporta RSFê ya sala 2021ê, li Tirkiyê medya ji sedî 90 di bin kontrola hikûmeta AKPê de ye û di rêzbendiya azadiya ragihandinê ya 180 welatan de Tirkiye di rêza 153an de ye. Di raportê de tê gotin ku herçiqas Tirkiye ne welatekî ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin jî lê disa metirsiya girtinê her dem li ser wan berdewam e.

Ev di demekê de ye ku li gor raporteke Projeya Bêrdêla Nûçeyê (Projeya Haberin Bedeli), li Tirkiyê di Mijdara 2021ê de 111 rojnamevan bi giştî bi cezayê hezar û 817 salên girtîgehê hatine darizandin û 5 rojnamevan jî bi sal û 4 meh û 12 roj cezayê  girtîgehê û herwiha 16 hezar lîreyên Tirkî hatine cezakirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist