RSF: Li Tirkiyê li ser rojnamegeran gefa girtîgehê heye

.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihand ku li Tirkiyê lêkolîna doza 12 rojnamegerên ji ber ‘Qanûna Dijterorê’ (TMK) tên dadgehkirin kirine.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) encamên lêkolîna xwe bi daxuyaniyekê belav kirin û dibêje: “ li Tirkiyeyê desthilat sîstema darazê manîpule dike û ev jî rê li ber azadiya çapemeniyê digre.”

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas diyar dike ku “Li Tirkiyeyê rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê nûçeyan çêdikin, her diçe cezayê girtîgehê bêhtir didin ber çavên xwe.”

Rêxistinê diyar kiriye ku di encamên lêkolînê de hatiye dîtin rojnameger bi awayekî bi rêk û pêk bi sûcên wek “bi sîxurtiyê, propagandaya terorê, heqaret an jî bi reşkirinê tên tohmetbarkirin. Di demên dawî de jî tohmeta “nasnameya kesên li dijî terorê têkoşînê dikin aşkere dikin” li van hatiye zêde kirin.

RSF wek encamek giştî jî dide xuyakirin ku gefa avêtina girtîgehê her dem li ser rojnamegerên ku nûçeyan çêdikin heye.

RSFe di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li Tirkiye înkarkirina serweriya hiqûqê, hatiye wê astê ku rojnameger dema beraet dikin jî ti carî rewş asayî nabe. Ji ber dozgerî her carê li dijî biryarên beraetê derdikevin û ji bo li dadgeheke bilindtir ew bên mehkûm kirin çi ji destê wan tê dikin.”

Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2021an a RSFyê de ji nava 180 welatan di rêza 153yan de ye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe