Rojnameyeka Rûsî: Eger pêwendîyên Rûsya û Tirkîyê xirab bibin Rûsya dê “karta kurd” bikar bîne!

Rojnameyeka Rûsî ragihand, eger pêwendîyên Rûsya û Tirkîyê xirab bibin Rûsya ji bilî ambargoya aborî dê “karta kurd” jî li Enqerê bikar bîne.

 

Navenda Nûçeyan - Şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkîyê û rêjîma Sûrîyê de bi piştevanîya Rûsyayê didome. Şer roj bi roj germtir dibe û pêwendîyên Tirkîye û Rûsyayê jî roj bi roj zêdetir dikevin metirsîyê.

Rojnameyeka Rûsî bi navê Komsomolskaya Pravda di raportekê de behsa encamên xirabûna pêwendîyên Tirkîye û Rûsyayê kirîye.

Di raporta wê rojnameya Rûsî de hatîye gotin, xirabtirîn senaryo ew e ku pêwendîyên Tirkîye û Rûsyayê ji ber xatirê Sûrîyê xirab bibin û bi yekcarî qut bibin.

Li gorî pêşbînîyên rojnameya han, di vê rewşê de Rûsya ji ber NATOyê nikare êrişî Tirkîyê bike lê dikare di warên aborî û sîyasî de Tirkîyê tengav bike.

Li gorî şiroveya rojnameyê, Rûsya dê “karta kurd” li hember Tirkîyê bikar bîne, her wiha di warê aborî de jî zîyanên mezin bigihîne Tirkîyê bi taybet di warê tûrîzm û çandinîyê de.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist