Rojnameya Swêdî cara pêşîn di 1784ê de bahsa Kurdistanê kiriye

Rohat Alakom kitêba xwe ya ”Dîroka Kurdistanê di çapemenîya Swêdê de” da naskirin û îmze kir.

Di 17.09.2016ê de li Kitêbxaneya Kurdî  a li Stockholmê Rohat Alakom kitêba xwe ya ”Dîroka Kurdistanê di çapemenîya Swêdê de” da naskirin û îmze kir.

Rohat di derbarê lêkolîna xwe de got; berîya ku bihê Swêdê mafê penaberîyê bigre sê tişt bala wî kêşandîye; yek berhema Îdrîsî Bitlisî ya bi nave Heşt Buhişt ku li Kitêbxaneya bajarê Swêdê ya Uppsalayê hebûye. Ya duyem Jîyana Şerîf Paşa bûye ku 10 sal li Swêdê maye û sêyem jî gotareka Cemal Gursel yê serokkomarê Tirkiyê bûye ku tê de kurdan tehdît kiriye û li gor gelek çavkanîyan di rojnameya Swêdî ya Dagens Nyheter de çap bûye.

Rohat di nasandina kitêba xwe de li ser van babatan û babetên din ku di medyaya swêdê de çap bûne sekinî ku di kitêba wî de hemû cî girtine.

Li gor vê lêkolîna wî cara yekem di medyaya Swêdî de bahsa Kurdistanê di 5.04.1784ê de di rojnameya Stocholms Post- tidningar de hatîye kirin.

Nûçeya bahsa Kurdistanê weha bûye:

”Çarîçeya Rûsyaya II. Katarîna xwestîye ku şênîyê Kurdistan, Ermenîstan, Çerkezya. Mergelya û Gurcîstanê teşwîq bike ew bên li Qirimê cîwar bibin û aborî û debara xwe li wê bikin.”

Dihê zanîn Qirim di 1783ê de ji alîyê Ordîya Rûs bi pêşengîya Çarîçeya Rûsyaya Katarîna II ve dihê dagirkirin.

 

Rohat alakom
Dîroka Kurdistanê di çepemenîya Swêdê de
Çapa yekem, weşanxaneya Apec, 2016

Weşanên Apec
Box: 8121

163 08 Spånga- Sweden
ISBN: 978-91-88333-09-4

Siyaset Haberleri

Li Sirnexê ji bo jinavbirina teqemeniyên PKKê qedexe hat ragihandin
Fazil Mîranî: Serweriya Iraqê qels e, bê yekîtiya Kurdan em nikarin tistekî bi dest bixin
Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe