Rojnamevanekî nêzîkî Erdogan: Benda hilbijartinên Tirkiyê ji %10 dadikeve %5

.


 Rojnamevanekî nêzîkî AKPê dibêje, AKP dixwaze benda %10 ya hilbijartinan li Tirkiyê daxîne %5.

Rojnamevanê tirk Abdulkadir Sevlî, ku kesekî nêzîkî serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan û partiya desthiltdar ya Tirkiyê ye, di gotara xwe ya îro de li rojnameya Hurriyetê ragihandiye, xebatên AKPê yên guhertina qanûna hilbijartinan û partiyên siyasî ber bi xilasbûnê ve diçe.

Selvî her wiha gotiye, yek ji wan xalên girîng yên wê xebatê daxistina benda hilbijartinan e. AKP daxwaz dike benda hilbijartinan dakeve %5 lê divê MHP jî razî be, çimkî eger MHP razî nebe em nikarin bêjin ev guhertin sedî sed misoger e.

Selvî aniye ziman jî, destpêkê piraniya serkirdetiya AKPê daxwaz dikirin benda hilbijartinan dakeve %7 lê herî dawî li ser %5 li hev kirin.

Wî rojnamevanî daye zanîn jî, sîstema hilbijartinan jî dê were guhertin û bibe sîstema bazinî.

Wî rojnamevanê tirk pêşbîniya wê yekê jî kiriye ku heta dûmahîka sala 2022 hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê nayê kirin.

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê saal 2023 tê kirin.

Benda hilbijartinan ya niha ku %10 e, piştî kûdetaya serbazî ya sala 1982 hat danîn. Armanca dewletê ew bû ku partiyên neyar (kurd, komonîst û îslamî) nekaribin derbasî parlementoyê bibin.

Bi gotina çavdêrên siyasî, AKP gelekî tengav bûye û dengên wê jî gelekî kêm bûne, ji ber wê jî dest bi guhertina sîstema hilbijartinan û benda hilbijartinan kiriye.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest