Rojnameger û nivîskarên Swêdî: “Ti weşangerî radestî Erdoganî nekin”

.

Rojnameger û nivîskarên Swêdî daxuyaniyeke hevbeş weşandiye û gotiye: “Weşangerên ku ji ber zext û zorê reviyane, radestî Tirkiyeyê nekin.”

Rojnameger, nivîskar û rêxistinên çapemenî û weşangeriyê yên swêdî daxuyaniyek weşandiye. Wan di daxuyaniyê de bal kişandiye li ser daxwaza Tirkiyeyê ya li beramberî serlêdana Swêdê ya ji bo bikaribe bibe endamê NATOyê. Rojnameger û nivîskaran gotiye: “Ti weşangerî radestî Erdoganî nekin.”

Tirkiyeyê ji Swêd û Fînlandiyayê xwestibû ku li beramberî serlêdana wan a endamtiya NATOyê, 9 kesan radestî wan bike.

Rojnameya Aftonbladetê ya Swêdî daxuyaniya hevbeş weşandiye û bibîr xistiye ku Tirkiye ji bo endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê pesend bike, hin daxwaz pêşkêş kirine. Yek ji van daxwazan jî radestkirina hin nivîskar, rojnameger û weşangerên Tirkiyeyî ye ku xwe spartine Swêdê.

Nivîskar û rojnamegeran di daxuyaniyê de gotiye ku ev daxwaz “ne tenê ji nava kesên bi armanca azadiya çapemenî û xweîfadekirinê kar dikin de, her weha di nava hemû Swêdê de endîşe û acizbûneke mafdar ava kiriye.”

Di berdewama daxuyaniyê de gotine, “Êdî ne tiştekî veşartiye ku Serokomar Erdoganî demokrasî ji holê rakiriye û serweriya hiqûqî di raboriyê de maye.”

Kesên ku metna hevpar îmze kirine ev in

  • Robert Aschberg, Serokê Kuluba Weşangeran
  • Kurdo Baksi, Nivîskar
  • Jesper Bengtsson, Serokê PENa Swêdê
  • Anders Q Björkman, Alîkarê Seredîdorê Serwîsa Çandê yê Svenska Dagbladetê 
  • Helena Giertta, Berpirsa Giştî ya Weşanê ya Journalistenê 
  • Göran Greider, Nivîskar û Berpirsê Giştî yê Weşanê yê  Dala-Demokratenê 
  • Erik Halkjaer, Nûnerê RSFyê li Swêdê 
  • Alex Haridi, Serokê Komeleya Nivîskarên Lîstikan ê Swêdê
  • Ulrika Hyllert, Seroka Komeleya Rojnamegeran a Swêdê
  • Lisa Irenius, Dîrektora Serwîsa Çandê ya Svenska Dagbladetê 
  • Lisa Nilsson, mujîkjen, nivîskar
  • Özz Nûjen, Lîstikvan
  • Karin Olsson, Dîrektora Serwîsa Çandê û Alîkara Derhênerê Weşanê ya Expressenê 
  • Karin Pettersson, Dîrektora Çandê ya Aftonbladetê 
  • Agneta Pleijel, Nivîskar
  • Grethe Rottböll, Seroka Komeyela Nivîskaran a Swêdê
  • Björn Wiman, Dîrektorê Çandê yê Dagens Nyheterê 

Bianet

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist