Rojhilata Kurdistanê: Ji destpêka îsal ve heta niha 46 kurd hatine bidarvekirin

Bi dehan kolber hatine kuştin

Navenda Nûçeyan- Li Îranê, ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 46 kurd ji alîyê hikûmeta wî welatî ve hatine bidarvekirin.

Îro roja cîhanî ya mafên mirov e. Rêxistina mafên mirov ya Hengaw bi vê helkeftê raportek li ser rewşa mafên kurdan li Îranê belav kirîye.

Li gorî wê raportê, ji destpêka sala 2019 ve heta niha herî kêm 46 kurd hatine bidarvekirin û zêdetirî sê hezar kurd jî hatine girtin.

Di raporta Hengawê de her wiha hatîye ragihandin, ji destpêka îsal ve heta niha 69 kolber hatine kuştin û 165 kolber jî birîndar bûne.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist