Rojhilat: Nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin

.

 Li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê nivîskar û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade hat girtin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî hêzên ewlehiyê ketin ofîs û mala nivîskarê kurd û mamostayê zimanê kurdî Mistefa Îlxanîzade û ew girtin.

Li gorî agahiyan, ew mamostayê zimanê kurdî bi tohmeta wê yekê hatiye girtin ku di ofîsa xwe de merasimek bo bibîranîna salvegera damezirandina Komara Kurdistanê li dar xistiye.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê dest danîne ser tevahiya pirtûk, telefon û kampotura wî nivîskarê kurd jî.

Mistefa Îlxanîzade xwedanê navenda kulturî û edebî ya bi navê “Edeb” e jî li Bokanê.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin