Rojeva Pûtîn û Erdogan wê çi be?

Yûrîv Ûşakov, Cîgirê Serokdewleta Rûsyayê rojek berîya bidawîbûna agirbestê daxuyanî daye û derbarê hevdîtina Putin û Erdoganî de wiha gotiye: “Dê rewşa Sûrîyê ya piştî 120 saetan biaxivin”

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokdewleta Rûsyayê, Yûrîv Ûşakov, derbarê hevdîtina di navbera Serokdewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, de hin zanyarî bi rojnamegeran re par ve kirîye. Ûşakovî gotîye: “Weke ku tê zanîn 120 saet an jî 5 roj wê biqede.”

Ûşakovî wiha berdewam kirîye: “Em ê êdî bibînin dê ka piştî wê çi biqewimin. Jixwe dê serokên me jî di derbarê vê de biaxivin”

Ûşakovî gotîye xala herî girîng ji bo Rûsyayê ew e ku li Sûrîyê û li herêmê aramî pêk were, ev jî bi yekbûna Sûrîyê pêkan e û bal kişandîye serê ku divê berjewendîyên hemî neteweyan were parastin. 

"Hevdîtina di navbera wan de nehatibû plankirin"

Ûşakovî bi bîr xistiye ku her du serok ji xwe tim bi hev re di têkiliyê de ne û herî dawî jî 15ê Çirîya Pêşîyê bi rêya telefonê axivîne û wiha pê de çûye: “Piştî vê axaftinê ji ber rewşa li Sûrîyê ji bo hevdîtinê biryar hatîye girtin ku ne plankirî ye.”

Ûşakovî gotîye dê her du alî jî bi şandeyên biçûk li gel hev bicivin û axaftina xwe wisa domandîye:

"Dibe Putin û Erdogan bi tenê jî hev bibînin. Piştî wê dê xwarinekê bixwin û her du alî dê li ser kar û têkîlîya navbera hev biaxivin. Piştî xwarinê dê her du serok bi çapamenîyê re bicivin.” 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da