Rojavayê Kurdistanê- Qedexeya giştî hat ragihandin

.

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Beriya bi demekê Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya giştî û li ser biyara Şaneya Krîzê di daxuyaniyekê de qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Li gor biryara qedexeyê:

- Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

- Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.

- Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.

- Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.

- Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.

- Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.

- Biryara qedexeyê li mexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.

- Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.

- Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn naveroka qedexeyê bicih bînin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!