ROJAVA – Xelkê rê neda dewriyeya Tirkiye û Rûsyayê

.

Xelkê Cizîra Rojavayê Kurdistanê rê neda ku Rûsya û Tirkiye dewriyeya hevpar bikin.

Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl da bi artêşa Tirkiyeyê re li Cizîrê dewriyekeke hevbeş bikin.

Li gundê Dêrûna Axê yê Cizîrê xelk li ber vê dewriyeya hevbeş rabû û wan rê neda vê yekê.

Şêniyên herêmê li hemberî hewldana Rûsyayê xwenîşandanek li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt.

Hêzên Rûsyayê ketober gule û bombeyên gazê li xwenîşanderan barandin.

Helîkopterê gule barandin

Her wiha helîkopterekê jî gule di ser xelkê re berdan.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şepêla Pêşerojê Fadî Merê ji Rûdawê re got ku hêzên Rûsyayê bi panzêrekê pê li welatiya bi navê Evîn Îsa kir.

Rûsya û Tirkiye ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve li hinek herêmên Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên hevbeş dikin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir