Rojava | Ji Balyozxaneya Amerîka daxuyaniya danûstandinên navbera ENKS û PYNKê

.

Balyozxaneya Amerîka ya Şamê ragihand ku ew piştevaniyê li danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê dikin û ev piştevanî jî ji bo temamkirina pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê ye.

Balyozxaneya Amerîka ya li Şamê li ser rûpela xwe ya Facebookê da xuyakirin, "Amerîka piştevaniya danûstandinên di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanîya Kurd (PYNK) li Rojavayê Kurdistanê dike. Em hêvîdarin danûstandin ber bi pêş ve berdewam bin."

Balyozxaneya Amerîka diyar kir, "Diyaloga Kurdî-Kurdî pêvajoya siyasî ya berfireh li Sûriyê temam dike.”

Ji ber hilbijartinên Amerîkayê danûstandinên ENKS û PYNKê ev demeke ji ber amadenebûna şanda amerîkî rawestiyabûn ku biryara di nav vê mehê de ji nû ve dest pê bikin. 
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin