Rojava – Çekdarên Tirkiyê li gundekî Eyn Îsa komek kes kuştin û birîndar kirin

.

Çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê êrişî gundekî Rojavayê Kurdistanê kirin û çend kes kuştin û birîndar kirin.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê dane zanîn, çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê êrişî gundê Dibis yê bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê kirin ji ber wê jî di navbera wan û şervanên HSDê de şerekî giran derket.

Li gorî agahiyan, çekdarên Sûrî piraniya gund xistibûn destê xwe lê dîsa ji aliyê HSDê ve hat rizgarkirin.

Di wî şerî de herî kêm sivîlek hat kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûn lê amara kuştî û birîndarên serbazî nehatine ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin