Rêyên bi sedan gundên Serhedê ji ber berfê girtî ne

.

 Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê pêla berfbarînê didome. Barîna berfê di jiyana nav bajaran de zehmetiyan dirust dike û ji niha ve rêyên sedan gundan girtî ne. 

Li bajarên Çewlîg, Wan, Qers û Agirî bi giştî tevahiya herêma Serhedê, navendên bajaran bi berfbarînê sipî bûn. Barana ku çend roj in dibare li deverên bilind dibe berf.

Welatî aliyek dilxweşin bi barîna berfê ku dê bi xwere xêr û bereketê bîne, aliyê din jî bi bizehmetiyan re rûbirû dihêle. Berfa li ser otombêlên xwe û pêş dikanan paqij dikin.

ji Çewlîgê heta Erzirom, Wan û Colemêrgê; rêyên sedan gundan girtî ne. Tîmên paqijkirina rê û vekirina rêyên gundan li ser kar in.

Barîna berfê, di hatûçûna navbera bajaran de jî dibe sedemê zehmetiyan. Rêyên sereke yên navbera Erzirom û Wanê, Qers û Agiriyê ku hatibûn girtin, bi hewlên demdirêj hatine vekirin.

Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê dide xuyakirin, li bajarên qeraxên Derya Spî û Egeyê bayê bihêz li derya û bejahiyê dê dom bike û berfbarîna deverên bilind yên Bakurê Kurdistanê jî berdewam wê berdewam be.

Kurdistan Haberleri

Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin