“Rêxistinên navdewletî alîkarîyê bi koçberên Rojavayê Kurdistanê re nakin”

Li devera Şehba 5 kampên koçberên Efrînê, li kampên Minbic, Tebqa, Reqa û herêma Cizîrê û li dibistanên Hesekê bi sedhezaran koçber hene, lê heta niha ti rêxistinên navdewletî alîkarîyên mirovî pê re nekirin û alîkarîyên tên kirin, tenê ji alîyê xwebexşan

Navenda Nûçeyan- Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberîya Xweser de li ser rewşa kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê ragihand, piştî êrîşên Tirkîyê karesateke mirovî bi serê xelkê Efrîn, Girê Sip û Serê Kanîyê hatîye û xelkê wê deveran koçber bûne, tevî ew niha li cihekî ewle hatine bicihkirin, lê rewşa wan ne baş e.

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberîya Xweser de Şêxmûs Ehmed ji K24ê dîyar kir jî, li gor karînên Rêveberîya Xweser û sazî û rêxistinên xwecihî, pêdawîstîyên koçberan tên dabînkirin, lê ti sazî û rêxistinên mirovî ti alîkarîyên pêwîst bi wan re nekirine û heta Komisyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve bi erkê xwe yê mirovahî ranebûye.

Herwiha got: Li devera Şehba 5 kampên koçberên Efrînê, li kampên Minbic, Tebqa, Reqa û herêma Cizîrê û li dibistanên Hesekê bi sedhezaran koçber hene, lê heta niha ti rêxistinên navdewletî alîkarîyên mirovî pê re nekirin û alîkarîyên tên kirin, tenê ji alîyê xwebexşan ve ne.

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin