Rêxistina Mafên Mirovan: Li Efrînê 7 DAIŞî ji zîndanê revîyan

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, li Efrînê 11 girtî ji zîndaneke grûpên çekdaran revîyane û di nava kesên revîyane de 7 çekdarên DAIŞê hene.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, 7 çekdarên DAIŞê ji zîndana Raco ya di bin kontrola Polîsa Medenî û Polîsa Leşkerî de ye revîyane.

Wê rêxistinê navên çekdarên DAIŞê yên revîyane jî belav kir, wiha ne:

- Ehmed Tirkî (Ebo Minzir): Çekdarê DAIŞê ye û ji 15. 04. 2019an ve girtî bû.

- Fewzî Mincî El Kehbî: Çekdarî DAIŞê yê Tunisî ye û ji 06. 06. 2019an ve girtîbû.

- Elî Mela Elî: Çekdarekî DAIŞê ye û 18. 09. 2019an ve girtûbû.

- Eymen Muîn El Mihemed (Ebo Qasim): Çekdarekî DAIŞê ye û 17. 04. 2019an ve girtîbû.

- Mistefa Îsmaîl Nator (El Timêr): Çekdarekî DAIŞê ye û ji 20. 04. 2019an ve girtîbû.

- Ehmed Yihya Rislan: Çekdarekî DAIŞê ye û 31. 07. 2019an ve girtîbû.

- Elî Yihya Ebdulah: Çekdarekî DAIŞê ye û ji 02. 08. 2019an ve girtîbû.

Rêxistina Mafên Mirovan dîyar kir jî, 4 girtîyên din jî bi tometên cuda hatibûn girtin, ew jî wiha ne:

- Malik Silêman El Îsa: Bi tometa sîxorîya bi rêjîma Sûrîyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

- Mecid Silêman El Îsa: Bi tometa sîxorîya bi rêjîma Sûrîyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.

- Mahir Fadil Hac Xidir: Bi tometa teqîn kirîye ji 10. 10. 2019an ve girtîbû.

- Mihemed Ehmed Dibwanî: Bi tometa gendelîyê ji 31. 10. 2019an ve girtîbû.

 

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist