Rêxistina Efûyê: Bila sîyasetmedar, rojnameger û mafparêz werin berdan

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî balkişandîye ser rewşa şewba koronavirusê û girtîgehan û gotîye ku bila sîyasetmedar, rojnameger û mafparêz werin berdan.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga “çalakîyeke lezgîn” kirîye û xwestîye ku di dema şewba koronavirusê (Covid-19) de xetereyeke mezin li girtîgehan heye û divê bi sedan sîyasetmedar, mafparêz û rojnameger werin berdan. Rêxistinê herweha kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.

Rêxistina Efûyê di bangewasîya xwe de bal kişandîye ser rewşa Selahattin Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn ê Partîya Gelan a Demokratik (HDP), Osman Kavala, Serokê Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê û karsaz û nivîskar Ahmet Altanî.

Rêxistinê ji bo vê kampanyayê metneke wiha weşandîye:

“Li Tirkîyeyê koronavirus bi şêweyeke metirsîdar û bi lez û bez belav dibe. Di rewşeke wiha de li girtîgehên gelek qelebalix û bê hijyen, xetereyek emezintir li ser jîyana bi hezaran girtî û karmendên girtîgehan heye. Di 13ê Nîsanê de ew yasa li meclîsê hat qebûlkirin ku pêşbînî tê kirin di encama wê de nêzîkî 90 hezar girtî zûtir tehlîye bibin.

“Lê rojnameger, mafparêz û kesên hê dadgehkirina wan jî berdewam dike tê de gelek kesên din ên tenê ji ber mafên xwe bikar anîne lê ji ber yasaya dijterorê hatine dadgehkirin nikarin fêdê ji vê bigirin. Bang bikin da ku ew kesên ne bi şêweyekî adilane li girtîgehê tên girtin serbest bibin û kesên li girtîgehan dimînin bikaribin derfetên tenduristîyê bidest bixin ku ev derfet ji tevahîya civakê re tên pêşkêşkirin. Îmzeya xwe bavêje!"

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya