Rêwîtiya Kurdan a ber bi Serê Kaniyê ve dest pê kir

.

Karwanê yekem ê koçberên ji Serê Kaniyê piştî 7 salan dest vedigere ax û warê xwe.

Ev ji sala 2019an ve, dema êrişa li ser Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bûbûn.

Wan di kamp û xaniyên bi kirê yên li Hisîçayê (Hesekê) de jiyana xwe derbas dikir.

Peymana vegerê û garantiyên ewlehiyê

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku piştî dan û standinên li gel aliyên pêwendîdar, hikûmeta demkî û parêzgarê Hisîçayê biryar daye ku komên çekdar ji malên welatiyan derxin.

Her wiha ji bo parastina can û malê koçberan garantî hatine dayîn lê heta niha ti koçberên Kurd venegeriyabûn malên xwe.

Astengên li pêşiya vegerê

Li gorî agahiyan, hejmara koçberên ji Serê Kaniyê nêzîkî 12 hezar û 500 malbatan e ku dike nêzîkî 72 hezar kesan.

Tîma serokatiya Sûriyeyê berê li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihandibû ku hebûna mayîn û teqemeniyan bûye sedema derengketina vê pêvajoyê.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso ji Rûdawê re da zanîn ku îro nêzîkî 500 malbatan bi rê dikevin.

Lê belê kesên ku vedigerin diyar dikin ku hîn Erebên hawirde di malên wan de ne û ew nizanin dê li kû derê bi cih bibin.

"Divê malên xelkê werin valakirin"

Ciwan Îso li ser vê mijarê got:

"Divê malên xelkê bi temamî werin valakirin û kesên ku ji derve hatine ji Serê Kaniyê derkevin. Em bi hêvî ne ku her kes vegere cih û warê xwe."

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ketin bin destê Tirkiye û komên çekdar.

Ji ber vê yekê ji sedî 87ê xelkê Serê Kaniyê anku nêzîkî 200 hezar kesan koçber bûn.

Li şûna Kurdan 3 hezar malbatên çekdaran, Erebên hawirde û malbatên DAIŞiyan hatibûn bicihkirin.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Îran: Projeyasaya stratejîk a ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê hat pejirandin
Sûriye û Rûsya li ser radestkirina firokxaneya Himêmîm û bendera Tertûsê li hev kirin
Antolojiya Helbestvanên Jin ên Kurd
Serok Barzanî: Divê doza gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane were çareserkirin
Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin