Rewangeha Sûriyeyî: HSD naçe bin sîwana Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê

.

 Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand, “Ew biryara ku Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê ji bo komkirina hemî komên çekdar di bin sîwana wê wezaretê de daye hêzên HSDê venagire, belkî hêzên biçûk vedigire.”

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman duhî (Sêşem, 27ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Li Sûriyeyê gelek komên çekdar hene ku kuştin û qirkirinê dikin û ji qanûnê derketine, lewma divê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi wan re rûbirû bibin û rêyê li belavbûna wan bigirin.”

Ramî Ebdulrehman herwesa ragihand, "Ew biryara ku Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê ji bo komkirina hemî komên çekdar di bin sîwana wê wezaretê de derxistiye hêzên HSDê venagire, belkî hêzên biçûk vedigire. Herwesa hejmara hêzên HSDê ji ya hêzên Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê zêdetir e.”

Navbirî di derheqa nenavendîbûnê de jî got, “Federalîzm û nenavendîbûn nayên wê wateyê ku Sûriyeyê parçe bikin.” Tekez jî kir, "Kes naxwaze Sûriyeyê li ser bingeha ol û neteweyan parçe bike."

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di derheqa DAIŞê de jî eşkere kir, “Rêxistina terorîstî ya DAIŞê çalakiyên xwe li deverên di bin desthilata HSDê de zêde kirine.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest