Rewangeha Sûriyeyî: Hejmareke welatiyên Elewî li Sûriyeyê hat kuştin

.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Di dema 24 seetên borî de, 11 welatiyên sivîl ên Elewî li naverasta Sûriyeyê di helmeteke hêzên ewlehiyê de hatin kuştin."

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (În, 25.04.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Di dema 24 seetên borî de, bi kêmî ve 11 Elewî li parêzgeha Himsê hatin kuştin.”

Rewangeha Sûriyeyî herwesa gotiye, “Di nav wan kuştiyan de xwendekarên zanîngehan jî hebûn, herwesa kuştina welatiyên sivîl jî ji ber helmeta hêzên ewlehiyê bûye.”

Rewangeha navbirî ron jî kiriye, “Di nav kuştiyan de, sê kes piştî desteserkirinê li jêr eşkenceyê mirine.”

Li dû zanyarên Rewangehê, Parêzgerê Himsê li vê dawiyê şahidî bilindbûna rêjeya kuştin û binpêkirnan bûye. Ev jî di demekê de ye ku, heta niha lêkolîn li ser sedema girjiyan nehatiye kirin.

Şer û pevçûnan duhî (Pêncşem, 24.04.2025) li Himsê ser hilda, di demekê de ku hêzên ewlehiyê bizav kir ku balafirvanê berê yê artêşa Sûriyeyê Elî Şelhûb li taxekê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne desteser bikin.

Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ji zarê çavkaniyeke ewlehiyê parve kiriye, “Di dema desteserkirina balafirvanê berê yê artêşa Sûriyeyê de, şer û pevçûn çê bûne.”

Li dû gotina Rewangehê, Şelhûb û endamekî hêzên ewlehiyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK