Rewangeha Sûrî: Amarên berketina vîrusa korona li Sûrîyê gelek zêdetir in

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amarên cuda ji amarên Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê belav dike û dibêje, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine zêdetir in.

Navenda Nûçeyan - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine li Şam, Heleb, Laziqîye, Tertûs, Humis, Hema û Derayê zêdetirî 30 kesî ne.

Li gor zanyarîyên Rewangehê, 34 çekdarên mîlîşyayên Îranî li Dêrazorê bi vîrusa Korona ketine û 2 ji wan piştî bo Îran hatine veguhastin canê xwe jidest dane.

Rewangehê teke kir, 19 çekdarên ji mîlîşyayên Îraqî li Sûrîyê bi vîrusa Korona ketin û piştre bo Iraqê hatin veguhastin.

Rewangehê amaje bi wê da, di meha Çile û Sibatê de hejmarek ji nexweşan gihîştin nexweşxaneyên deverên rêjîma Sûrîyê, ku bi îltîhaba sîng ketibûn û ji wan 8 kesan canê xwe jidest dane, lê bijîşkan nekarîn tekez bikirina ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dabin.

Ev amarên Rewangehê di demekê de ne, Wezareta Tenduristîyê ya Sûrîyê tenê pêketina 19 kesan bi vîrusa Korona û mirina 2 kesan ragihandîye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist