Rêveberîya Xweser veguhestina darbesta hunermend Yûsif girt ser xwe

Rêveberîya Xweser ya Herêma Cizîrê erkê veguhestina hunermendê koçbarkirî Seîd Yûsif ji Istenbolê bo Rojava girte ser xwe.

Navenda Nûçeyan - Rêveberîya Xweser ya Herêma Cizîrê erkê veguhestina hunermendê koçbarkirî Seîd Yûsif ji Istenbolê bo Rojava girte ser xwe.

Herwiha vegirtina konê şînê li pêşîya mala Seîd Yûsif li taxa Xerbîya – Kolana Amûdê

Li gor nûçeya Bûyerpressê, Rêveberîya Xweser biryarên xwe ji bo sazîyên çandî û hunerî re araste kir, ku têkilîyê bi malbata hunermend re bikin û kar bikin ser veguhestina darbesta wî bo Rojavayê Kurdistanê.

Her wiha Lawîn Seîd Yûsif jî ji bo Bûyerpressê wisa gotîye: "Em ê termê hunermend Seîd Yûsif veguhêzin bajarê Qamişloyê Eşqa wî ya Ebedê û wê li goristana Qidûrbeg ya Qamişloyê were sipartin bi axê.”

 

Peyamên sersaxîyê

Her wiha Desteya Çand a Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  jî ji bo wefata Yûsif peyamên sersaxîyê weşandin. Li alîyê din ji ser tora civakî re bi hezaran peyam li ser wefata Yûsif hatin belavkirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist