Rêveberîya Xweser ji bo nêzîkbûna ji ENKSê pêngavek din avêt

Rêveberîya Xweser jî radigihîne ku wan ji bo pirsa girtîyan komîteyek ava kirine û dê bi hemahengî ligel Asayiş û HSDê dest bi karê xwe bikin.

ENKS dibêje, pêwîst e girtîyên wan ên li zîndanên Rêveberîya Xweser bêne berdan û çarenivîsa windayîyan jî were eşkerekirin. ENKS herweha tekez dike, ku êdî ji niha û pê de nabe ti kesek li ser helwest û nerînên xwe yên sîyasî bêne girtin. Rêveberîya Xweser jî radigihîne ku wan ji bo pirsa girtîyan komîteyek ava kirine û dê bi hemahengî ligel Asayiş û HSDê dest bi karê xwe bikin.

Navenda Nûçeyan- ENKS dixwaze Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî were birêvebirin û ti alîyek li ser alîyên din xwe ferz neke û îdareyeke hevbeş bê pêkanîn.

Li gor ku ENKS dibêje, 149 endamên wan di wan salan de ketin zindanên Rêveberîya Xweser û derketin, piştî vê qonaxa bi nakok jî, niha daxuyanîyên nerm ji herdu alîyan ve têne dan.

ENKSê di dema derbasbûyî de, di ofîseke veşartî de li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dikir. Tevî serbestkirina wan, lê heya niha ENKSê ti demek ji bo vekirina ofîsên xwe destnîşan nekirîye.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê ku partîyeke serekî ya ENKSê ye, Nafih Ebdullah dibêje: Xelkê me ku derxistine li derve ne û govara me heya niha qedexe ye, û karê me yê sîyasî jî heya niha sînordarkirî ye.

Jibilî van daxwazîyan, Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê, serbestberdana 10 endamên xwe kirîye yek ji mercên destpêkirina qonaxeke nû.

Tevî ku yek ji wan hate berdan, Rêveberîya Xweser komîteyek ji bo eşkerekirina çarenivîsa 9 kesên din pêk anîye.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberîya Xweser a Bakur Rojhilatî Sûrîyê, Hêvî Mistefa ji Rûdawê re da xuyakirin: Hîn biryar nehatîye dan dê ew komîte çend kes bin lê tam bi şopandina Desteya Hundirîne û hemahengîya wê bi HSDê û Asayisê re heye.

Milmilanîya herdu alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi krîza sûrîyê re dest pê kir, ku tometên cuda radestî hev dikin. Di nava wê milmilanîyê de jî, sê bajarên Kurdî ji destê kurdan derketin.

Vîvîyan Fettah-Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da