Rêveberiya Xweser: Em dê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rizgar bikin

.

 Rêveberiya Xweser da zanîn ku rizgarkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî armanca wan a sereke ye.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi boneya salvegera 5an a dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir, Efrîn, Serê Kaniyê û Girî Spî di encama hevkariya hêzên navneteweyî de hatin dagirkirin.

Rêveberiyê destnîşan kir, “Berdewamkirina dagirkeriyê, berdewama hişmendiya qirkirinê ye û divê ji holê rabe.”

Rêveberiya Xweser bangî hêzên navneteweyî yên “bi dewleta Tirk re hevkar in” kir ku dev ji vê siyaseta xwe berdin.

Di daxuyaniya de sûcên ku li herêmên dagirkirî tên kirin hatin bibîrxistin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên hiqûqî û mirovî hat kirin ku ji bo naskirina sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin, komîteyeke serbixwe ya lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

“Ev herêm dê werin rizgarkirin”

Rêveberiya Xweser diyar kir, “Bidawîkirina dagirkeriyê dabînkirina ewlehiyê û aramiyê ye” û got:

 “Biryareke stratejîk a rêveberiyê ku çi qasî dirêj biajo jî ew herêm dê bi israra gel û şopandina rêya şehîdan werin rizgarkirin.”

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye