Rêveberîya Xweser: Divê Rusîya roleke çalaktir bileyîze di rêkeftinên rawestandina şer de

Rêveberîya Xweser ragehand, pêwîste Rusîya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.

Navenda Nûçeyan- Deste ya Peywendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser  di daxuyanîyekê de ragehandîye, Tirkîya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrîşên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewame.

Daxwaz ji Rusîya kirîye jî, ku lêkolînê di kiryarên Tirkîya de bike,  ku bi gotna wê, Mosko  bi xwe jî dizane êrîşên Tirkîya di wan navçeyaneyan de ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.

Rêveberîya Xweser  berisiva gotinîn Sêrgî lavrov daye û gotîye: Ew tim cidî bûne di destipêkirina gotûbêjan de li gel rjîma Sûrîya û pêwîste Rusîya roleke çalaktir di wê derbarê de leyîztiba. Bi gotina wê, wan hêj helwêsteke erênî ji  alyê din ve, anku hikumeta Sûrîya ne dîtîye  û weha dîyare hikumet  dixwaze gotûbêjan gîro bike, yan jî na xwaze gotûbêjê hebin.

Rêveberîya Xweser  gotîye jî, bi vemana hêzên Emerîkayê li Surîya, helwêsta wan ne hatîye guhertin û helwêsta wan her wek xwe ye derbarê gotûbêja li gel hikumetê. 

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da