Rêveberîya Xweser: Divê hemû Sûrî beşdarî nivîsandina destûra nû bibin

Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Feratê daxuyanîyek derbarê dariştina destûra nû ya Sûrîyê de belav kir û ragihand ku divê hemû Sûrî beşdarî nivîsandina destûra nû bibin.

Di daxuyanîyê de, Rêveberîya Pêwendîyên Derve ragihand ku ew bi girîngî li mijara dariştina destûreke demokrat ji bo Sûrîyê bi beşdarîya hemû Sûrîyan temaşe dikin.

 

Di daxuyanîyê de, Rêveberîyê got: “Dûrxistina îradeya gelê me ji hewlên çareserîya siyasî bi taybet derbarê dariştina destûrê de rêkareke ne dadmandane ye.”

 

Rêveberîya ragihand ku eger ew ne beşdarî dariştina destûrê bin û ne pêwendîdarê her encamekê be.

 

Li gor daxuyanîya Rêveberîya Pêwendîyên Derve nebeşdarbûna her parçeyekî girîng ji gelê Sûrîyê tê wateya kûrkirina kirîza Sûrîyê.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist