Rêveberîya Xweser daxwaza danûstandinê li gel Şamê dike

Rêveberîya xweser li bakûr û rojhelatê Sûrîyê, careke din daxwaz kir li ser garantîya Rûsyayê, danûstandin di navbera Qamişlo û Şamê de destpê bike.

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Xweser ragehand, wan desteyek pêkanîye bo danûstandinan li gel hikumeta Şamê.

Herwaha rêveberîya xweser got, ku rêveberîya wan pêbendê ti biryareka wê civînê nabe eger ew bi xwe tê de beşdar nebin.

Daxuyanîya Rêveberîya Xweser de tekezî hat kirin, Ew hewl didin bigehin çareserîyekê bo krîza Sûrîyê ku pişta xwe bi nanavendîyê, demokratîyê û dadperwerîya civakî girê bide.

Di beşeke din ya wê daxuyanîyê de, Rêveberîya Xweser nîgeranîya xwe nîşan daye ji ber beşdar nebûna nûnerên wê di danûstandinên Cenêvê de û ragehand, Di civînên Cenêvê de, nûnerên grub û milîsên teroristên paşmayî yên DAIŞ û Enîya Nusre hatine beşdar kirin, lê nûnerên Kurd û pêkhateyên din, ku gelek qurbanî dane bo ji navbirina terorê, hatîne piştguh xistin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist