Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê bersiva Wezîrê Derve yê Rûsîya da

Rêveberîya Rojavayê Kurdistanê ragehand, pêwîst e Rûsîya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.

Navenda Nûçeyan- Desteya pêwendîyên derve ya rêveberîya Rojavayê Kurdistanê  di daxuyanîyekê de ragehandîye, Tirkîya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrişên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewam e.

Wê dezgeha Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Rûsîya ku lêkolînê di kiryarên Tirkîya de bike,  ku bi gotna wê, Mosko  bi xwe jî dizane êrişên Tirkîya li dijî wan deveran, ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.

Desteya pêwendîyên derve ya Rojava berisiva gotinîn Sergey lavrov daye û gotîye: Ew tim cidî bûne di destipêkirina gotûbêjan de li gel rêjîma Sûrîya û pêwîst e Rûsîya roleke çalaktir di wê mijarê de leyîztiba.

Bi gotina desteyê, wan hêj helwesteke erênî ji alîyê beramber nedîtine, Şam dixwaze gotûbêjan gîro bike, yan jî naxwaze gotûbêjê hebin.

Desteya pêwendîyên derve ya Rojava daye xuyakirin ku bi vemana hêzên Emerîkayê li Sûrîya, helwesta wan nehatîye guhertin û ew her dem amade ne bi Şamê re dîyalog bikin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir